Pitika bedew tu Havînî gul û sosinî,
Qet megrî tu megrî li şevan û rojan
Tu germa li zozanan,hênikaya siban…
Bêhna nav kulîlkên war,welatê me yî..
Destê xwen venekişine li asîmanan;
Li komên stêrkan,heyveronê şevan
Deşt û zozanan bi wan gulên çiyan…
Li ser wan her pêsîrê daîka Nurcan.
Her dem bikene bi dilê xweş û geş,
Tu megirî li ber dermanên bextê reş
Rondikan nebaeînî ser dêmê qemer,
Bimije çiçikan de şîrê germ û xweş
Keçê,pitikê! dengê te çû li asîmanan,
Pesnê te jî çû gîhişt nav hemû eşîran,
Gotin:Havîn wek gul û sosin,lîlozane
Mîna kew û kewokan naz û bedew e.
Havîn pitika bedew tu keça Kurdan’î
Rizgarî û bextiyarî tû hêvî yên gelanî!
Tu azadî’yê bigire tucaran jî bernede,
Li bo te û li bo pitik’ên hemû cîhanê.
20.01.2010
Yildirim
Kayıt Tarihi : 25.1.2010 15:51:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Li bo te û li bo pitik’ên hemû cîhanê.
dilête saxbe mamoste tu her hebî
pitiké min keçé
tu caran negiri ber dermanén bexta res,
keçé...
Kalemini bin,
gonlune yuz bin
selam,selam,selam...
Saygilar...
Ustad.
TÜM YORUMLAR (2)