Piştî te,
Gotinên min miçiqîn,
Sohbetan tama xwe winda kir.
Êdî ez nema çûm ber awêneyê,
Nema kenî nava çavên min
Êdî min kelecan ji bîr kir.
Xweşî ji dest da,
Bêdengiyeke mirinî kete ser min.
Êdî min dilê xwe jêvekir
Avêt ber derî
Lanet bi qederê kir
Bi her du çavan kire girî
Ez bûm serhildêrek hesthar
Min her tişt şikand,
Ji hev xist
Û bê serûber kir.
Piştî te,
Kaniya hestên min ziwa bû
Pênûsa min şikest,
Dilê min herişî
Xewnên min li nav hev ketin
Xeyalên min koç kir
Xweziyên min çilmisîn
Ez req bûm,
Hişk bûm.
Û min dilê xwe jêvekir
Avêt ber derî
Da ku herkes pêpes bike!
Ma dilekî bê te min ji bo çi ye? !
Min lanet li wê rojê kir;
Roja ku tu çûyî...
Na na!
Roja ku ez hatime dinyayê
Min nifir reşandin
Kerb vereşand
Û dijûn li xwe barandin.
Piştî te,
Çûçikên dilê min firiyan
Pelên dargulê weriyan
Di nava min de
Valahiyeke bêbinî despêkir
Ez tirsiyam
bo halê xwe
min kire girî
Ez mame bi tenê;
Bi tena serê xwe
Bê hêvî,
Bê evîn,
Bê xwezî...
Û min dilê xwe jêvekir
Avêt ber derî
Da ku ez te ranebihîzim
Jana te seh nekim
di nava dilê xwe de.
Wekî zarokê ji şîrî vekirî
Na na,
Wekî berxikê bizmêkkirî
Bi dû serê xwe
Li der û kolanan ketim
Ji tiştî,
Ji her kesê
Min tu pirs kirî
Lewma piştî te
Min dilê xwe jêvekir
Avête ser çopdankan
Û ber sêdara çavên te
Min dilê xwe li dar vekir
2003-09-17
Kayıt Tarihi : 21.7.2004 16:57:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!