Qurane Quran
Aramî didê
Qurane Quran
Pirtûka Xwedê
Gotina Xwedê
Xweşiyê didê
Hêjayî bidê
Pirtûka Xwedê
Rê nîşan dikê
Qencî hîn dikê
Dil şiyar dikê
Pirtûka Xwedê
Şîretê didê
Hişyarî didê
Hişmendî didê
Pirtûka Xwedê
Dibê bixwînin
Rastî bibînin
Heqî şopînin
Pirtûka Xwedê
Ger hun nizanin
Her dem bi pirsin
Wê baş fêhm bikin
Pirtûka Xwedê
Ciwan dikê can
Wek zêr û mercan
Her dikê sercan
Pirtûka Xwedê
Ewe heqîqet
Ewe marîfet
Ewe şerîet
Pirtûka Xwedê
Haram û helal
Kiryarên zelal
Hevala delal
Pirtûka Xwedê
Yê ku bixwînê
Bi fêmkirinê
Başî dihebînê
Pirtûka Xwedê
Kayıt Tarihi : 18.10.2024 18:00:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!