ez
di xewnereşkên xwe de
li ser baskên ferişteyan
ber bi roja mehşerê ve
difirim
li marê xişxişok
siwar dibim
û xwe li ser pira siratê
dixuşînim
dibim mêvanê xweşsohbeta
cin û periyan
û bi pêsîrên cadûyan
şa dibim
li dîlana huriyên şilftazî
destmala kêfxweşiyê
li ba dikim
bi dengê gumeguma daholê
erd û asîmanê
dihejînim
li dîwana Zerdeştê kal
rûdinim
û edaletê li mirovan
parve dikim
li perestgeha Yezdanê dilovan
ayetên pêxemberê jibîrçûyî Manî
dixwînim
dergaha dilovanî û xweşbîniyê
ji hemû olên cuda re
vedikim
toza xirabiyê ji mêjiyên kor
dadiweşînim
û tûrikê qenciyê bi heqîqetê
dadigirim
li cejna çarşema sor
şadiya civata Tawisî Melek
li dardixim
tasek ava kaniya spî
û
şeraba eşqa miriyên goristanan
vedixwim
li baxçeya bihuşta keskeşîn
sêvên guliyên dara qedexebûyî
dixwim
bedenên li sir û seqeman cemidî
bi çirûskên agirê dojehê
germ dikim
gemara termên gunehkaran
bi dilopên çavên gola baranê
dişom
li şevên xewle
bi Ehrîmanan re çavgirtonek
dileyizim
li nav daristanên rût
kefenê xwe yê reşbelek
bi xwe re digerînim
bi guregura brûska erjeng
di nav nivînên xwe de
vediciniqim
û di kutekuta tirsa dilê xwe de
şiyar dibim
dîsa wek her carê
sorlêvên cixara xeydok
maç dikim
û rayên cîgerên werimî
pê vedihesînim
2016-01-04
Stockholm
Kayıt Tarihi : 9.1.2016 15:07:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!