Nêrînek avête der û dora
Min dizanibu li tiştekî digere
Wekî gula ji çiqila xwe qetandî
Çilmisî û histu xar
Li min nihêrî awirekî bê mane
Sekna wê wek wêneyek li dîwar
Ne ji neqşa destê wênevane kî bu
Tu helbestvan nikarin wê taswîr bikin
Pesnê vê bedewîyê tu car nay dayîn
Carna serî radikir li bin çevan
Li min dinihêrî
Bi awirên xemgînî û bê suc
Ez surgun dibûm ji hestên xwe
Diketim nav evîneke efsunî
Difirîya ji dilê min cîvîka xemê
Ez diricifîm weke çilpîyekî bê kok
Hişyarî û xewn tevlîhev du bun
Sîya ewra dikeve ser xewnerojkê min
Xeyalên min jimin distîne
Gelo nêrîna Zînê li Memo
Awirê xecê li Sîyabend
Zarîna Edul’ê ji bo Dewrêş
Ji ber vê evînê
Çend cara hatine parzin kirin
Ez xeniqîm nav xeyalande
Bawerîya min nema
Ez vê xewnê dîsa bibînim
Mam li vê rastê wek keştîya bê dek
Çevê min lêvên tenik ma
Lê min nıkarıbu jê bıpirsîya
Ka li çi digere
30.11.2013
Kayıt Tarihi : 1.12.2013 10:29:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!