Ey Xwedayê min tu gelekî mezin û gewreyî
Ev zimanê min hemberî pesnê te lal ma û hilweşiya
Ji bo pesnê te bidim hezar derya têrî min qet nake
Hezar behr bibe hibir û mirekkeb,
ne besin ji bo pesnê te yê bilind.
Ez kêm im, tawanbar im, xeletim
yê bê kêmasî tenê tu ye
Min bibore dilê min aram bike bi ronahîya xwe
Can û jiyan û giyana min ji bo te fedaye
Lingê min ji rêya xwe ya ronak dernexe
Min nexe tarîtiyê û şaşîtîyên xirab
Ez şopînerê Resûlê te yê dilovan im
Ez evîndarê hebûna te ya tije wate me
Tarîtiyên min bir ronahîya xwe bişeqîtîne
Ev reya te ya pîroz ji bo dilê min seyrangeh e
Her tim hewcedarê dilovanîya te me...
Kayıt Tarihi : 14.3.2026 01:21:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!