Hevrênin û pêşengin devê wan de kilamin,
Salane ser çiyanin rêberin, xwendevanin…
Xwestinên wan welate; dil hesin dil polatin,
Çentê wan de pênûsin, milên wan de keleşin.
Hevrênin û pêşengin hemû jî şoreşvanin,
Barê wan jî girane law û keçên Kurdanin,
Koletîyê naxwazin xurtin, şêrin, çelengin…
Nawestin tim dimeşin, şervanin û lehengin.
Hevrênin û pêşengin ciwanên dilawêrin,
Rêya azadîyê de hemberê neyaranin,
Nakevin û natewin bi dil û can dimeşin;
Şoreş ya gelen de hevîtîyê dixwezin.
Hevrênin û pêşengin hemû tev jî dozvanin,
Yekîtîya gelane keç û xwert jî şervanin,
Xelezbûna Rom’ê ye îro me re şabûne
Pêvajoke pir germe an mirin an hebûne.
Hevrênin û pêşengin kincê wanan qeşengin;
Pêşta wan de palisqe nav de tijî fîşengin,
Ev şoreşa gelane dijrabûna kurdan e
Gündî, karker biranin şoreşê de ba hevin.
Mehmet Çobanoglu
28.07.2012.
Stenbol
Kayıt Tarihi : 28.7.2012 22:42:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!