Welatê me xweş diyare, rawestgeha dilane
Bala xwe bidin çiyan navde koma şêrêne
Bangî neyaran kin lawên gelan natewin
Ev koma me hevalan keç û xortên Kurdane
Em rabûn em ser pêne, şervanên em dozvanin
Bakur, başûr, rojava hemû gelê me pênin
Zimanê me hebûne xwastinên me welate
Xort û keçên me mêrin em dîl û xulam nînin
Rabin werin lez werin lehengên gelan werin
Çavê me rêya we ye em zû de bendê we nin
Destê we de ala me dilê me de welate
Nêta we de tim aştî rojhilat hûn dimeşin
Barê me pir girane nav de doza Kurdane
Refê me refê şêran salane em çiyane
Em rêwîyên jiyanê dimeşin şevan, rojan
Em şervanên cîwanên rêberê me pir zane
Ev rabûna gelane û hewldana Kurdane
Pêşengê me pir mêre tu car axa me nade
Ev şerê azadiyê şoreşger jî navdane
Apo’ ye serokê me, paytexta me Amed’e.
12.05.2004
Yildirim
Kayıt Tarihi : 3.2.2011 00:50:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2011/02/03/pesenge-me.jpg)
TÜM YORUMLAR (1)