Perwarî Zare Zare Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Perwarî Zare Zare

Lo lo lo lo lo meh Tîrmeh’e dem Jî Havîne
Perwarî dikele û navde dehan pakrewanên.
Yek Herekol’e yek Kemal û yek jî Hebun’e
Her sê jî lawê Kurdanin û şerwanên gelin.

Ax eman li me şeve,şevke rût û tazî,
Axa war û welat jî li me mij û dûman e!
Oy eman eman gure gura tank û topane…
Ez birîndarê xem û kulan dil me de şewat e.

Hawar Kurdno hawar ev çi hale dîsa li me?
Agire,dûmane,xezabe dîsa li ser me,
Leşkerên Roma hov ketin nav mirîyên me;
Dest û milan şêdikin û meyîtan hûr dikin!

Şere şere şereki pir zore pir girane,
Dîsa nav dilê me de agir,şewat,êtûne…
Şerê gur û şêran e,doza gelê Kurdan e!
Pêxin geş bikin pêtalên roja azadî yê,

Şev dibihure êdî rabin em heşîyar bin;
Ciwanên Kurdan vê şerê de dîsa can didin,
Oy goştê wan sotine,serê wan jê kirine!
Yek Azad’e yek Ali’ye ax yek jî Şahîn’e…

Leşkerên Romê tank û panzeran û topane
Heval wan dixin bi keleşan sal û salane
Silay,Nefîse û Pervîz bêtirs û bêxofin
Wek şêran, weke camêran bi her sê jî agîdin.

Bi qêrîn û hewaran em her çavan digîrîn..
Bombe barandin ser axa me her der agir e.
Wax Erdal heval kuştin meyîtê wê dirandin.
Oy eman roj li me reşe û dil jî me şewate…

Hawar hawar Perwarî zare zare dinale!
Dayîkên şehîdan ê gelên Kurdan jî dilorîn…
Roma hov bizanibe Rom’a xiniz û mêrkuj;
Pakrewanên Kurdan ê gelan tucar namirin.


13.07.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 16.7.2010 21:49:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu