Pepûk Şiiri - Mehmet Hakan

Mehmet Hakan
26

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Pepûk

Bila pepûk li ser dilê min bixwînin,
Dibe ku xêrxwazek bipirse:
Kî kuşt?
Kî şûşt?

Bêdengiya 'qêrîna' pepûkê,
Bêhna mirinê belav dike, li vî xakê..
Dengê bilûra 'şivanê kurmanc'
Xwêy li ser birîna germ dibarîne.
Bê bersiv nehêle;
Bêje:
Kî kuşt?
Û
Kî şûşt?
De bêje, navê xwe bêje!

Pepûkan li ser dilê min xwend,
Tu kujerê dilê min î,
Min bişû,
Û
Min veşêre di nav cihêza xwe ya bûkaniyê!

Sedem çi bû,
Mirovan hevdu dikuştin?
Çi qewimî bû,
Birîndaran goştê hevdu dixwarin?
Û
Te çima pepûk li ser dilê min dan xwendin?

Mehmet Hakan
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 04:21:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!