Ez peneber û koçberim
Tim zelûlî bû para min
Ez teyrê xeribî yê me
Wek mîna gulên bêperim
Per, baskên min şikestî ye
Ne bêxîret, ne xeletim
Xeribî wek mirinê ye
Ez derdkêşê war, welatim
Dilgeşî li bo min tune
Ez şerpeze, perîşan im
Derdê min jî xelas nebû
Bi salane ez bêzar im
Ez teyrim ew teyrê bêbask
Porê min gewr û sîpî bû
Salane dûrî welatim
Li dilê min xwîn tijî bû
Ez, dîyara dîyar digerim
Bi salane min re şîne
Ji bo axa bav û kalan
Dilê min jî tim bengîne
Mehmet Çobanoglu
18.02.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.2.2020 16:15:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!