Xule xula Erez’e dengê avê nav de tê,
Gulên gewez qefê de hemû jî pêtên agir;
Dora Erez sêv,hirmi,nav de zerdelî tijî…
Çemê Erez jiyane,Qaqizman jî hembere.
Erez tim xuşe xuşe û şahîya dilane,
Gulên sor jî vedane tene tene hemberê;
Gundên dorê şêrînin Xar û Beyam,Pufik’e…
Zozanan de kulîlkin kon û mal jî li tev hene.
Bilqe bilqa Erez’e ava nav de dikele,
Pira hesin ser Erez’e keda wî mezine;
Gundên dorê Axdam’e,Şewan’e,Qeregune…
Erez şêrîn Erez xweş çemê axa welate.
Xuşîna Erez’e xuşe xuşe xweş dikişe;
Leme lema Erez’e û çeme kî balkêş e!
Kend û kanî gul û gulîstan dor de tıjîne,
Ser şaxan de difirin bilbilin şeng û şahî nin.
Qîre qîra Erez’e bi lez û bez dibeze,
Bo xatêrê me gelan wele aştî daxweze!
Erez çem û rabar’e axa wê Kurdîstan’e
Pêlên ser ava wê pêldanên li bo welate
12.08.2010
Yildirim
Kayıt Tarihi : 12.8.2010 13:50:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!