Pêjnên laşê mirî Şiiri - Xizan Şîlan

Xizan Şîlan
49

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Pêjnên laşê mirî

PÊJNÊN LAŞÊ MIRÎ

ez
li seqema zivistanên xopan
dergevanê ber deriyê
asoya havîngehên te me
di fala qehweya esmer de
li şewqa rûyê te yê fîncanî
digerim
dil û kezeb
li kelkela bêrîkirina evînê
hatin biraştin
yasemîna guldanka dilê çilmisî
bi hêstirên êşa bîranînan
av didim
li ber bayê pekîna gavên te
di derûniya giyanê xwe de
kaş dibim
ji salnameya temenê wêran
keser û nalîn
dipale ser sîngê min
wêneya siya bejn û bala te
li gerdena rawestgehên meyxaneyan
dineqişînim
ji piyala dest û lepê serxweşan
meya awirên te yê efsûnî
dinoşim
ji rengê hineya kefa destê te
bêhna hesreta min
difûre
di dûmanê cixara xeman de
noqî deryaya şefaqên te dibim
li ser balgiya xewa şevistanan
mişextî xewn û xeyalên te dibim
tu
li ser rafa koşka dil
çirûskên finda kerba şeven min î
êdî bese were
qêrîn û hawar
di gewriyê min de
fetisî
bi neynokên eşqa dilê xwe
êşa perdeya giyanê min
bidirîne
veçirîne
di hêlîna kenê şermok de
awirên min yên sêwî
bihewîne
cemeda hestên tevzînok
bi hilma henasa xwe
bihelîne
ji kaniya bostanên xwe
bereketa xwedawendan
li ser şuva bedenê min
bibarîne
bihareke bi gula helbestan dagirtî
diyarî jana dilê min bike
pêjnên laşe mirî
bi lezeta zimanê hingivî
û bi maça lêvên qedîfe
ji nû ve
vejîne

Xizan Şîlan
18-09-2007
Stockholm

Xizan Şîlan
Kayıt Tarihi : 16.1.2008 02:33:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Alan Adam
    Alan Adam

    Rojbaş! Ez ê hilbestên te buxwînim… Ez te ji dil pîroz dikim! Her bijî!

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Xizan Şîlan