ey perî ya nav dilê min
ka destê xwe dirêjî destê min bike
di van kolanên tenha da
bila ez nemînim bê xwedî
bila singa min ji tere bibe paytext
dest biavêje dilê min
gava tu çûyî jı nav xeyalên min
pêgermokê digerînim bê te
peyvên serobero derdikevin ji devê min
dîn dibim,har dibim
dı hîşê mın binax dibin xeyalên bê xwedî
axxx, xwezî min ev mirin nedîta
xwezî tu neçûya nav dilê min
bi çavên xunavî û payîza dereng
ez li suretê zerîn digerim
ez bibûma jîyana nemir
şîyar nebûma vê xewna kûr
jîyana bê te herame jimin re
dîsa li te digerim
bi nêrînên matmayî
wek penaberekî bê çare
mam di nava hêwirzeke mehşerî de
bayê hênik,pelê zer kaş dike li du xwe
belav dike bê agahî û bê war
zerbûna van pelan,ne ji payîzêye
vediciniqim ji xewnwrojka
li pey çûkên xapxapok dimeşim
bê armanc,
bê hevî û bê sedem
hevîyê disekinim
dibe Îsrafîl pifî sûr'ê bike
ezê wê demê vekim çevên xwe,
li bihuşta Alamut'ê
vexwim ji destê te,gûlmek şeraba xeyyam
bila dayne tî bûn a sekeratê...
Kayıt Tarihi : 15.11.2013 13:54:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!