Payîz Şiiri - Suat Bingöl

Suat Bingöl
30

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Payîz

Te çima xwe şaş kiriye jaro
Sar û seqem e
Ew pelên te yê derengmayî
Bi kîjan germê ve hate xapandin
Kîjan tavê bi derewan ji te re sîng vekir
Te ji kîjan germistanê re dil vekiriye daro.

Te ji kê re serî rakiriye jaro
Dilê te di pelên te de deng dide
Stranekî qedîmî diricife li ber lêvikên min
Ditirsim ku tu yê bicemidî biçilmisî
Ezman dike xwe biqelişîne ji sermayê
Te ji kîjan tariyê tîrek tîroj dizî daro.

Li serhedê du çong berf bariye jaro
Koçeran konê xwe ji zû ve barkirine ji waran
Berate yê li dû wan dewsê mane
Ji zû ve bûne xwarina gur û teyran
Ez te bigrim li ku derê xwe de weşêrim daro.

ber xwe bide jaro
Şevê kanûnê dirêje donzdeh seet e
Çile nêr e, xedar e
Wê li ser pelên te bike qal û ceng e
Jehra min ji tirsa ketîye kulma min kû tu can bide
Ez ê te bavêjim telkî ya hespî xwe
Û demsal demsal bi xwe re bigerînim daro.

Ka mêze bike jaro
Di zimagan de dilopekî av diricife
Hevdemal hatî ye li ser bana paqijî
kulek bi kulek şînkatî ya bedena te digere
Tu di binê heft bejn berfê de heft meha pingijî
Halan e li paş pişta te qirş û qal jî hate ziman
De rabe ser xwe edî bes e daro.

Suat Bingöl
Kayıt Tarihi : 2.12.2019 17:28:00
Suat Bingöl