Gul gul xwe gula min
Gula min kulîlka min
Çi rindî û xwe bedew
Mîna şara keça min
Rindê rindê rinda min
Cûîka min bilbila min
Roj,dem û emirê min
Xwe welatê gelê min
Xwe reşî xwe qemerî
Xwe axî tu gul welatî
Parî nanî xweş lezet
Tu wek dilê serrastî
Em bîr nakin tucaran
Em nadin te hezaran
Û gula me dor gewez
Par nakim te tu caran
Gel şêwırîn xwe ser te
Jiyana min xwe boy te
An mirin li an jî mayin
Can û emir qurbana te
Yek gulî xwe yek dilî
Tu çil milyo wek gulî
Kesk sor û zer ser te
Tu warê me Kurdanî
Wele bile sond û ehd
Welat li me soz da te
Keç,xortê me şêrên te
Dest bernadin şerê te
25.03.2001
M.mahallesi
Kayıt Tarihi : 23.11.2007 22:43:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!