Orhan Erol: Hayatı, Biyografisi, Eserler ...

7

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

ORHAN EROL HAYATI

Şairin Hayatı İle İlgili Bir Bilgi Girilmemiş

Eserleri


Keçê delalê şopdarê evîneke bê hempa me
Di dilê demê da li digerim li wan çîya asêda
Evîneke din û hare xwedî yê xwe kuştîye
rêça xwe bi xwîyna evîndara pey hîştîye
Min ber bi xwe va dikişîne
Pêtek ji agêre di dîlana vîyan û semayan
Di dilê hezaran dewrêş û edûlanda şax vedaye
Di kenê zarokê reng qemerda veşartîye
Bi sê tîpê zêrîn nivîsandîye
Romenek bê davî ye evîneke çîyayî.
delalê

Lewêko delalo evîn ezim
Çîya û gerdûn ezim çîyayê araratim
Xemla bûkanîyê li xwe kirîye
Bi kûlîyên berfê çavên xwe kilkirîye
Komê keç û xortan der û dora min
dîlan girtîye bi qîrîneke azadîye
Û bangewazîke berxwedanê û bi tîlîlîya
Pêşwazîdikim hatina demsala biharê
xweza ezim jin ezim û jîyan ezim
pêşengê romana bê davî ezim
Zîlanim di naw dîlê dijminda erd hej û lerzim.
lawêko

keçê delalê dil bûye kelepûra serhildana
Sînora nasnake carna li mihabadê qada çarçira
carna jî derbasdibe werê mem û zînê
carna jî li warê dewrêşê evdî û edûla yê
carna jî dibe rêwîye dersîm ê
carna jî li ser pişta hespê rehwan dibeze
Li zozanê feraşînê û cîlo çarçela
evîneke dîn û hare xeleqek ji agire
Dişawîtîne û dihelîne dilê keç û xortan
delalê

Lewêko delalo xeleqa ji agir ezim
Tola pênc hezar salan û kombûna
Raperîna hemû demên bêdeng ezim
Rîroziya min ji dîrokê tê heqîqet ezim
Qêrîneke azadîye me sînora nasnakim
Li qada çarçêra heya amdê wesîyeta
Qazî mêhemed şêx seyît û seyît riza me
Li warê besê û zarîfe rêwîya heqîqetime
Ez cudî gebar û cîlo çarçelame
Stargeha hemû evîndarên çîyame