Nûjdarê Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Nûjdarê

Mijdar bû
Xwîsê avêtibû ser rûyê zemîn
Lê Nûjdarê,
Kulên giran girêdabû kemîn
Li derbenda salê
Ji birînan hê jî diherikî hilmexwîn

Lê Nûjdarê,
Mijê avêtibû ser pesaran
Nizar bû
Sar bû
Dilerizî tiliyên li ser hevsaran
Malan bar kiribû
Koç bi rê ketibû, Nûjdarê

Mijdar bû
Mijê serê çiyan nixaftibû
Berfê darêtibû ser zinaran
Xwîn diqerisî li rehên mirov
Lê Nûjdarê,
Jehr beravêtibû salê
Ji malzaroka axê ya ji demsala çarmehî

Nûjdarê,
Roj gihîştibûn bîstûpênc saetan
Heyv çil rojî bûn
Sal nedihat hejmartin
Baranên nîsanê: Avetîrk
Li ser Mijdarê vedireşiyan
Keçên çarde salî guliyên spî vedihûnandin
Pîrejinên xama li govendê serçopî digêrandin
Heyam lal mabû
Li ber rondikexwînên salê

Mijdar bû,
Xwînê zêmar digirt li ber colandika sava
Erd hilmijî bû
Sernixwîn mabûn,
Digiriyan hemû kulîlkên salê
Canemerg li beyareke veder,
Li keviya mijê,
Li gulistana xwe digeriya

Lê Nûjdarê,
Evîn di ferhenga dilşikestiyan de
Jan û jehreke pêmir bû
Lê nûj bû di spîkên çavên te de
Evîn dinoşî kenê te yê mijdar

2004-12-30 /Amed

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 1.1.2005 15:37:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Dilsöz