Nizanim Çima Şiiri - Xizan Şîlan

Xizan Şîlan
49

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Nizanim Çima

ez
li serma çolistanên gunehkar
berê xwe didim oxira felekê
bi êş û jana helbestan re
rêwitiya firtûneyên har dikim
çima
stêrka xewnên geş
bi mij û talaza heyamên reş
hatiye dagirtin
konê rojên bextewariyê
di tariya kendalên bêbinî de
hatiye vegirtin
çima
di dilovaniya wîjdanê xwe de
têm guvaştin
ava newalên temenê mesûm
miçiqîn
çima
rûyê albûma bîranînên şadiyê
zerikîn
hilma cixareya lêvên peritî
di gewriya min de
bû giloka xwîna cemidî
çima
çeqelên demê
gulsosinên baxê hezkirinê
çilmisandin
tîra bêbextiyê
di movikên pişta xûzbûyî de
daçikandin
kul û birînên xedar
di henasa min de
meyandin
û kindirê sêdarê
li stûyê giyanê min
alandin
çima
lezeta şereba kêfxweşiyê
li ser zimanê şîrîn
tehl û tirş dibe
hîqehîqa kenên şên
di qefesa min de
dixeniqin
çima
li ber çiraya awirên dilbera gerdenzêr
di kelecena dilê xwe de
dilerizim
agirê eşqa dilê serxweş
ez li nav kelem û striyên jiyanê
tarûmar kirim
çima
li nav qelebalixa heval û dostan
tenêtiyeke qambax
xwe li mêjiyê min
dipêçe
li seyrangeha biharên rengîn
di gavên sistûpist de
dişemitim
çima
di xewên şevedermayî de
axîn û nalînan dadiqurtînim
li van kolanên bajarê xerîb
hêviyên stewrbûyî
didoşim
çima
li şahiya dawet û dîlanan
têlên awaza tembûra min
qetiyan
keştiya êvarên rût
di kûrahiya deryaya nava min de
bêxwedî ma
êdî
pozê pênûsa min
di gilî û gazincên xwe de
xitimî
finda quncikê odeya bêdeng
vemirî
ez ê
li ber pêlên bayê hesretê
tevna qedera xwe ya serserî
bihûnim
hest û xeyalên westiyayî
di bin siya baskên ewran de
vehesînim

2014-01-24
Stockholm

Xizan Şîlan
Kayıt Tarihi : 20.1.2016 14:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Xizan Şîlan