rojeka payîzê
li kiracên bombekirî
di paşila minda cotek lastîk
çavên min li ezman
berê min li bayê qûlbe
porê şevê şeh dikim
gulîyên heyvê dihunim
gur û wawîk dibin hevalên min
behsa xortanîya mêrên gurxeneq dikim
kullîyên qeşmer bi me dikenin
şev li me dibe behr
dirêj dibe
kirêj dibe
naqede!
kerîyên bê xwedî tên şîv kirin
şivanên bê heste
bi çavên dergîstyên xwe
cixarên xwe vêdixin
paşê bêrîvan vedigerin
ji dotina çîyayên şervan veşartî
devên wan li ken
çavên wan li ken
keç dibin Zîn
her xortek têra xwe Mem
ferîdun/dotmam li ber devê derî sekinî
pismam ji dûh da çuyî /konên qereçî hatin vegirtî/ax! ka delala bi serî sond xwarî!
Kayıt Tarihi : 18.6.2012 04:36:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!