Rabe lawo ka nimêj ke.
Zelzulê lanetî gêj ke.
Li axê nefsê dirêj ke
Rabe lawo ka nimêj ke
....
Dibê nimêj girşê dîn e
Piştî îman bi kar bîne
Emrê rebbul âlemîn e
Rabe lawo ka nimêj ke
...
Nimêj bo me kêf xweşîye
Li herdu cîhan geşîye
Dûrbûna ji nebaşî ye
Rabe lawo ka nimêj ke
..
Pênç nimêj li ser me ferda
Li mîracê bûye peyda
Xwudê girîngî li serda
Rabe lawo ka nimêj ke
...
Bi desmêjê xwe paqij ke
Berî dilê xwe xalis ke
Ji neqencî xwe balîs ke
Rabe lawo ka nimêj ke
...
Nimêj pira bal xwudê va
Bona başîyê wek şova
Nima îmana mirova
Rabe lawo ka nimêj ke
...
Bersiva banga xwudê ye
Nimêj hezbuna xwudê ye
Nûra evlayên xwudê ye
Rabe lawo ka nimêj ke
...
Keleka ava jiyanê
Ji Kewser ava piyanê
Li mahşer bona sîwanê
Rabe lawo ka nimêj ke
Kayıt Tarihi : 25.1.2022 16:46:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!