Dilo dîno tu war bi war digerî
Nikarim derdê te bikşînim dilo
Wekî mozê ji her kulîlkê distînî
Nikarim derdê te, bikşînim dilo
Keçê çarde salî, ji min duxwazî
Şev û roj bi qerîn û bi awazî
Bi ney û bilur û bi def û sazî
Nikarim derdê te, bikşînim dilo.
Carna melulî, carna jî kêfxweş
Carna muşfîkî, carna jî zikreş
Bi kul û kederî, her daîm nexweş
Nikarim derdê te bikşînim dilo.
Duxwazî bigerî, li cîyên bilind
Bi roj bibî baz, bi şev bibî kund
Runî li cıvata, wan dîlberê rind
Nikarim derdê bikşînim dilo.
Pêxwas dibê, ne pilingim ne şêrim
Ne serafim, ne xwedîyê zîv û zêrim
Ez evînê bi evînê dihêrim
Nikarim derdê te bikşînim dilo.
Kayıt Tarihi : 4.9.2008 23:23:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!