here!
nezivire li dû xwe
bila dilê te bimîne besî min e
li ser zimanê min
wek newayek bê nota
wek wêneyek li dîwar
rojê danek min, ji min dûrdixe
janê bê nav radizînim
di nav dilê xwe de
here!
nezivire li dû xwe
bila nêrîna te bimîne
têra min heye
li ser hişê min
wek çolistanek bê av
wek dêmcam'ek gazî min dike
rojê danek,
min bi tîhbûna evînê terbîye dike
baranê bê demsal dibarin li ser laşê min
lê dîsa ez dibêjim
here!
nezivire li dû xwe
gava tu li min binêrî
ezê bixeniqim
di awirên te de
awirên kûr û bi xunav
awirên ramanê min de dibin helbest
helbestên bendewarîyê
helbestên qala penaberîyê dikin
di nav welatê dîlê te de
ez dîsa bûme penaber
here
here
û here...
4 Haziran 2017
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 4.6.2017 10:09:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!