Nezivire Here! Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Nezivire Here!

here!
nezivire li dû xwe
bila dilê te bimîne
besî min e
li ser zimanê min
wek newayek bê nota
wek wêneyek li dîwar
rojê danek min, ji min dûrdixe
janê bê nav radizînim di nav dlê xwede
here
nezivire li dû xwe
bila nêrîna te bimîne
têra min heye
li ser hişê min
wek çolistanek bê av de
wek dêmcam'ek gazî min dike
rojê danek min bi tîhbûna evînê
terbîye dike
baranê bê demsal dibarin li ser laşê min
lê dîsa ez dibêjim
here
nezivire li dû xwe
gava tu tu li min binêrî
ezê bixeniqim di awirên te de
awirên kûr û bi xunav
awirên ramanê min de dibin helbest
helbestên bendewarîyê
helbestên qala penaberîyê dikin
di nav welatê dîlê te de
ez dîsa bûm e penaber
here
here
û here...

06 Mart 2017

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 6.3.2017 12:06:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş