Em rabûn rabûn rabûn gelên kurdan tev şabûn
Me re şêne û şaî, qadên me jî tijî bûn
Ez qurbana koma me mêrin, jinin, zarokin
Şadîmanî ya meye ev roj me re bû hebûn
Hatin hatin tev hatin gelên kurdan pir hatin
Têkoşîne, rizgarî welatê me avakin
Ew Newroz’a siltani me re Nûbihar anî
Pêşe roja me xweşe jiyana me rizgarkin
Îro me re xweş roje kesk û sor, zer jî tevkin
Keç û xortên me hatin ala Kurdan bilindkin
Cejna me jî pîroze navê wî jî Newroz’e
Dêrsim, Wan û Helepçe bajarên me jî şênkin
Xalxalokên ser gulan, dar û berên ber çeman
Hay we jî me heye? em dimeşin ser qadan
Barê me de Newroz’e rûmeta wî hêjaye
Ew cejna azadîyê germa nav hemû dilan
Ar’a Newroz’ê germe mîna roja me geşe
Diyarî yê Kawa’ye tim cejneke pir xweşe
Meh Adar’e roj bist yek cejna me jî Newroz’e
Kurd rabûn pîroz dikin cejna Newroz’ê xweşe
17.02.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 5.4.2011 15:09:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!