Newroz Bı Doz Şiiri - Harun Akkul

Harun Akkul
46

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Newroz Bı Doz

NEWROZ Bİ DOZ
Min ji te hez kirî
Ey newroz
Agirê rojê yê li hember Yezdanan
Piştî gelan
Û piştî hemu mirovan
Hê jî tîna te em diavêjin
Nava bijankê yarê
Wek kulîlkên te li me hene
Gelek keçê kezik honandî
û xortê dest bi hene xwe yê li ser
Lêvên terikandî
Geş dikin

Tu her xwe geş bike
Wek Mazlum û xwişka Rahşan
Ji bîr nabe navê şehîd bi sedan
Tu were ey Newroz a piroz!

Piştî Med’an û hevkariya Pers’an
Niha jî biratiya gelan
Çi em
Çi ew
Ey dil,armanc yeke
Çi Adar û çi Gulan
Meh bûne birayê salan
Te ditefînin
Ji axîna Kurdistan

Tu her xwe geş bike
Li qadan û welatan
Ji bîr nabe
Kenê kal û pîran,ciwan û zarokan

Êdî tev Kawa ne
Amed
Çarçella
Dihok û Şam

Dîlan geş dibe bi reqsokê
Kurde warî
Çi giranî
Çi bablekan

Min tu naskirî
Ji Arî virde
Sund bi tirsa agirê te

Ez dev ji te bernadim
Ji tena agirê te tî nabim
Tu her xwe geş bike
Keskesor be cîhanê bigere
‘Deng be li gerdûn ê belav bibe
Wêneyan çêke temaşe bikim’
Êdî tu were ey Newroza pîroz!

Sund bi dengê sîsirka şevê
Sund bi xalxaloka daxwazê
Ger binî gûte dilopek xwîna min
Wê li ser nexşa welat be

Tu her xwe gûr bike
Ji bîr nabe jana qewmê Kurdan
Êdî xwe geş bike
Ey pîroz a bi doz

HEBÛN
Xeyalên me ê ji heriye hebûn
Siwariyan dibin nahlê xwe de
Binpî dikirin

Kenê me hebûn
Di hêrsa xwe de
Diqiriyandin

Çiyayên me hebûn
Çiyayên esîl
Bombebaran dikirin

Hevalên me hebûn
Bi xofane wenan bi
Kîmyewerê dikuştin

Ger ev hebin
Biharên me hene
Me li ber robanekê xwe
Diherikîne deryayan

Lê ji bir nekin
Ew ji qêrîn û qajminê me ji
Ditirsiyan

Harun Akkul
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 15:38:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!