Ew Newroz’a siltani,
Dar gopalê xwe halide;
Go:zivistan tu here, nezvire!
Îro şunve bihare û xweş roj e.
Roj bîst û yek ê Adar’ê!
Dem bû berve bihar’ê…
Ne mij ma ne jî dûman;
Newroz cejna Kurdan e.
Berf helîya kulilk vedan,
Dem jî meha Adar’ê ye,
Newroz ji me re xweş roje!
Ew hertim cejna Kurda ye.
Rabin hevre tev rabin,
Gelên me hemû şa bin,
Newroz a me xweş roje!
Agirê wê vêxin, gur pêxin..
Werin werin tev werin,
Hem şa bin hem jî werin,
Îro eyda Kurdan û gelan e!
Agirê Newrozê gur dadin.
Kawa Newroz mere diyar kir,
Ji mere bi qedir û qîmet kir,
Got: Newroz cejna gelan e!
Kesk û sor û zer jî ser da kir.
Ev roj xweş e û xweş roj e,
Newroz evîn, jiyan û hebûne!
Raperîn û serîhildan e bi sozê
Têkoşîna me kurdan û gelan e.
16.03.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 17.3.2009 10:26:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (1)