Newroz ida kürdane
Ew şewka ser dilane
İro heremê me kürdan
Wek bina gülşenane
Newroz buhara nûye
Gaz û kendal şîn bûye
Yekînbin hûn hevalno
Rihû canêm şa bûye
Newroz xweşe ser dilan
Edar, Nisan û Gülan
Ev si mehê Buharı
Wek bîna bexçê gülan
Nizanim ev çi zamane
Derd û kul lime demane
Ew insanê kû nezan
Wek mîna erdê hame
Newroz jimnera cenge
Zozan tev renga renge
Ev roja piroz û delal
Li kürdan nav û denge
Bîstu yekê Adarê
Milyaket têne Xwarê
Tev xêr û adan ê
Bela dikin li dünyayê
Newroz jimera xelate
Heremê kürdan welate
Edî me zi kebûl kin
Ma kîngê roj hilate
Şev tariye pir reş e
Neyareti ne xweş e
Rik kirin heta kîngê
Jîyan bi hev re xweşe
Şebap bijê edî bes e
Jîyan her kes ra xweş e
Bila dûnya zanibe
Mileta kürd ne bêkes e
20.03.2012
Kayıt Tarihi : 20.3.2012 22:56:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
(keşke türkçesini de yazsaydınız şiirin altına)
TÜM YORUMLAR (5)