Em rabûn dîsa şere,şerê girane
Hêdî hêdî dimeşin gelê Kurd'ane
Mije,dumane û berfe me şîwane
Derdê me qasî derdê bindestane
Dîsa êrîşe lo ser me ço,şiv,şepik
Ne me sol ma,ne şekal,ne şapik
Lo wêran be ew newala kûçûkan
Ax birîn li me kûre tu nagıre qalik
Dest ê me de lo çek yek keleşe
Ezman bilind lê duman ser reşe
Wax dîsa ax ser me êrîş û şere
Neyar ê me bê wicdan û dil reşe
Çiya bilindin ax ew newal kûrun
Tank û top,barut li ser me şûrin
Wêrane,şîwane lo me dîsa şîne
Welat ê me ser de pê kîne kîne
Duh Koçgirî û wax Gelîya Zilan
Dersim,Newala Berazan şewitî
Lo bira salan şûnda jî îro welat
Ax wax bimirim li dil me diqele
Heval,hogir,leheng tev şêrên me
Keç,xort û hemû qîz û bûkên me
Rabin lo rabin berxwedan jiyane
Welat dil û can lo bo me giyane
Hêvîyên me hevalên ser çîyane
Xwestinê me lo azadîya cîhane
Her bijî serefarz û yekîtîya gela
Rizgar bûn îştiraqî û li şoreşîye
03.11.2007
Yildirim
Kayıt Tarihi : 13.11.2007 12:56:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2007/11/13/newala-berazan.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!