Nevîyen mim
Ronîya çavên min
Bigerin bi azadî li welatê min
Ez qurbana axa bin pîyên we
Ez mam di hisreta azadîya gelê xwe
Min welatê xwe azad nekir
Welatê êsîr teslîmî dê û babê we kir
Win wek me xwe sist negirin
Ji bo azadîya welat rêya kar bigirin
Azadîa xwe û gelê xwe li ser milan hilgirin
Dema win welat azad bikin
Werin ser tirba min bang bikin
Ji min ra wê mizgînîya herî mezin bidin
Wê roja xweşa iro
Bejin bapîro
'Welat azad e mereq neke'
'Di gora xwe da kêf û şayî bike'
Wê demê tê rihê min bê ser singê we
Her tim razî bim ji we
Ezê maç bikim her du çavên we
Rihet razêm li gora xwe
Kayıt Tarihi : 24.3.2008 20:37:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!