Êvareke bê tirs derketim rê
Rê’yeke dur û dirêj
Û navê min rêwî..
Stêrk hevîya rojê sekinîn bê tirs
Heyvê secde dibir ji rojê re
Bi fîkandina Şivanê Kurdistan'î
Bi nêrîna remildara
Nivîsandin payîza jîyana min
Dibe ku bextreşîya min bu
Fetisîn zikê dayîkande zarok
Nêrînên bizdonek belav dikin
Çimkî dayîk bêdawîyêtê de destpêkin
Di pîrozgehande rabun cem’ê
Dîlan girtin
Hilpekîyan ji çîyayê zagros’an
Dirutin hêvîyên minî perçekirî
Û nêrînên çavên bi hêrs
Dibe tofan
Dibe meşher
Dipirse ji dîrokê
“Ka rêwîyê keştîya Nuh”?
“Ka rizgarker’ê kurê Meryem’ê”?
Winda dibim din av qerebalixeke mehşerî de
Ji peyvan derbas dibin êşên bê nav
Dinya dizivire li dora me
Ker bun guhê me ji qêrîna çêrbaza
Ber bi berzaxê ve dimeşin
Barana dibare liser tenêtya minde
Hêvîyên min mezin dike
Li bendê dimînim...
19.02.2014
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 27.2.2014 08:53:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!