Nêrîna Evînî
Nêrîna evînî neveşêrîne
Bêhna kulîlkên dilê te,
Îlhama kelîmeyên helbestên min e.
Stêrkên êxsîrê çavan azad bike,
Bila bo min bibêjin riya dilê te.
Demsala xemgîn porê xwe belav kir,
Rojê xwe di nav ewran de veşart,
Bo dîtina çavên reş.
Ava jiyanê hemî çaxan di herike
Çileyê zivistanê, kulîlkên evînê pişkivîn
Bayê başûr ji çiyayan lusikî hate xwar
Xezala çiya û zozanan
Bû hevala kul û kovana birîna min
Dilopek baranê zilfê reş de parzinît
Baxçewanê herêma tefeşa te me
Avazên dengê musîkî agir berda xeyalên min
Bo teswîra bejna rihanî kelimeyên min hiş bûn
ezmanê min lal
Ez bê hişim were bigire destê min yar
Abdurrahman Atabey
Diyarbakır- 15.02.2012
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 14:55:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!