Min dil da wê delalê, min dil da çav xezalê
Min ji bîr kir rêya malê, min ji bîr kir meh û salê
Ax li wê bejn û balê, li wê husn û fesalê
Nagihê dest û pîyê min, nagihê xewn û xeyalê
Lê Nergiz, Nergizî, were cem min bi dizî
Em bikin kêf û eşqê, bila dijmin ne bihîzî
Gava ku ez te dibînim, dilem gava davê te
Canê min dişewite ji agirê lêv û çavê te
Ketim bextê dîya te, ketim bextê bavê te
Ka ji min re bêje çîye, esl û fesl û navê te
Lê Nergiz, Nergizî, were cem min bi dizî
Em bikin kêf û eşqê, bila dijmin ne bihîzî
Qedrê evînê bizane, nagihê destê her qîzê
Bila dilê te şa be, bila rihê te bilîzê
Heger ku tu bêjî erê, tu bi min re bidî sozê
Xazgînîyê xwe bişênim, dawetê bikim payîzê
Lê Nergiz, Nergizî, were cem min bi dizî
Em bikin kêf û eşqê, bila dijmin ne bihîzî
Kayıt Tarihi : 11.3.2024 17:11:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Türkü formunda bestelediğim şiirlerimden biridir. Bir aşk hikayesidir. https://youtu.be/Sruf9gKDQH4?si=B7ycWmfcpX_k8SS6
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!