Nemirî Şiiri - Ferdi Oktay

Ferdi Oktay
15

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Nemirî

Kê ji te re go mirin carek e
Mirin pirr car e
Mînak;Kolanên bê xwedî mirin e
Mînak;Çivîkên bê per mirin e
Mînak;Li Rojava mirin zarokek e
Zaroktî carek e
Ji bo vê em dimirin
Bi tenêbûna xwe û bê kesiya xwe
Her roja xwedê
Erd distîne asîman dihijmêr e
Ez li ber şilahiya baranê digirîyam
Ev kesê ku xwedê ji stendiye rehmeta xwe
Sed rojên bi nimêj derbasbûyî be jî xwedê nade wî hêviya xwe
Ji ber go wê carekê bimire
Dibe ku te rojek e xirab derbaskirî be li ber bê hezkirinê
Dîwarên te yên ku bi sedsalan şîn hatine boyax kirin,bûne gewrekî pîs û ne xweş.
Li ser dîwarên wê êdî tunebûna zarokan nayê nivîsandin
tê jiyîn
dîwarên te de dinivisîne jiyan carek e mirin gelek car e.

Ferdi Oktay
Kayıt Tarihi : 2.2.2024 10:36:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!