Neke Ax û Axîn Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Neke Ax û Axîn

Heylo li min, heylê li min
Min axîne min nalîne ax dilo
Ay dilê min way dilê min
Roj dîsa li min heşir e

Derd û xemên vê dinya yê
Pir dijware dilê min te dêşîne
Ay dilê min way canê min
Hedûra min jî qet tuneye

Nazîya nakim, gilîya nakim
Bextê min jî tu ne bexte
Hezheza nav dilê min e
Welatê me jî dûrî min e

Dilê min şikestî xemgîne
Rondikên çavan ser rûyê mine
Guh bidin awaz û dengê min
Bêwelatî mirine, zîndane, tunebûne

Ji dilê xwe de ez pir xemgînim
Dûrî war ê bav û kalê xwe me
Ez ne tolim ez ne jî tolazim
Bi dil û bi can ez axa me dixwazim

Ez xwedîyê van derd û kulanim
Ax dil tu lez û bez bigêhije
Doza netewa me de cîh bigire
Di ber neyar û dijminan neke axîn

Dilo megrî bila sorgula me vede
Bila êl û gelê me her dem şa be
Welatê me jî navda geş be
Bila çavên neyar û xayînan kor be

11.12.2011
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 11.12.2011 21:56:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu