Nehêle Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
109

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Nehêle

Çavên te kişandina bêrîya ronahiya rojên min e,
Min bê tîrêj qet nehêle.
Tu buyî xwedîyê dilê minê bê xwedî,
Kêlîkekê jî min bê xwedî nehêle.
Tu buyî cil û bergên rihê minê cemidî
Min ripûrut û tazî li holê nehêle.
Tu ewrên tijî hêvîyî ji bo dilê min
Dahla bawerîya min bê baran nehêle.
Ji evînê slavekê bide min,
Min dinav vê şermezarîyê de nehêle.
Bi bêrîya hazar salî maç bike gulpikên rûyê min
Zaroktiya min bê xoşewîstî nehêle.
Dest bide milên min ên dibin bar de westiyayî.
Laşê min ê perçiqî û pelixî di vê rewşê de nehêle.
Ez te di çavên xwe de tîrêja çavên xwe dibînim
Min ji dîtina ronahîya çavên xwe bê bahr nehêle.
Ey hedan û hilm û aramiya hinavên min
Tu bi Xwedêkî min bê xweşî nehêle.
Te ez ji min biribûm û biribûm dinyayeke din
Êca min li vê dinyaya qirêj û gorîstanî nehêle.
Tiştekî min li dinyayê hebe tuyî,
Nasekî min li vî warî hebe tuyî,
Hogirekî min li hawîr hebe jî tuyî.
Bizane her tiştên min tuyî.
Tu bi Xwedêkî min bê tişt nehêle.
Ah bawerzîna evîna te sirûşa bihûşta min
Bendeyê te bim min bê dergeşî nehêle.
Tu vexwara işqa di kotika li destê min
Tu min ji vê badeya jîn didê nehêle.
Singa min bi bêrîya te di şewite
Kezeba min bi bîranînên te di kewite
Tu min di nav vê qelandinê de nehêle.
Hêsirên çavên min di herikin ji dilê min
Tu dilê min bi girî nehêle.
Tu rozîya herî xweşî ji bona min
Min ji vê nimetê bêpar nehêle.
Dema ez hilma te dikişînim veqetandin di lerizê
Tu min bê jiyan nehêle.
Şev tarîye çav çav nabîne
Tu şevên min ji heyva çardehê nehêle.
Bêrî min di şewitînê, hestir min di xeniqînê
Min di nav şewat û xeniqandinê de nehêle.
Hêjî dinav vê tarîya qirêj de pesnan didim
Ji bo bêrîyên ji işqê çêbûyî lêborîn dixwazim
Tu bi Xwedêkî xwestina min bê bersiv nehêle.
Ax ax evîna te ez biçûk xistim, kêm xistim
Ev ji min re ne xem e lê tu min bê xwe nehêle.

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 15.4.2024 09:55:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!