Neçîrvanê Dilêmin Şiiri - Haris Serhad

Haris Serhad
25

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Neçîrvanê Dilêmin

Neçîrvano!
Wa! Neçîrvano
ma ji bilî min nêçîr tûne bû
Tû xwe kirîye bela serêmin
Tû digerî li der dorêmin.

Mal xirabo!
Tû nizanî kû
Rebenekim ,
Bêkes û
Malwêranekim ez
Wek pezkovîyek bê xwedî…

Neçîrvano xêre!
te rastê min kirîye şûrê şilfîtazîyê îskenderê mezin
Te biryar daye kû tû li ser paxilamin dixî?

Bê wîjdan!
de wer neke
ez berê ji alîyê êş ê ve avisim
rih ê min li wateyekî digere kû birînan bizê

Neçîrvano!
Gelo tû dixwazî berdewamîyê bi nêçîre re biki?
lê baş zanibe ev nêçîr ne nêçîra teye.

lê belê kû tû dibêjî ez li ser biryara xwe me.
Fermo neçîrvano!
Tû jî min bikûje
Texsîr neke
Bê minet be…

Haris Serhad
Kayıt Tarihi : 5.6.2024 13:26:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!