NEÇE
Nalîna min
Çima tu bêdeng diçî Ev çûyîna bêdeng qet û qet li te naye
Ev bêdengiya te min hêsir dike
Bêdengiya te di dilê min de
Dibe dirînok
Û min digevizînê
Neçe
Ez heyranim
Lê dîsa tu bê sedem diçî
Ez û ev bajarê kembaxî de bê te
Emê çi bikin
Bisekine û neçe
Him tu dizanî
Her çûyînek di pey xwe de êşê û kederê
Dihêle
Min ev hemû kişandin Ji kerba bêngiya te ez hê jî dikişînim
Îro tu dev ji min berdidî û diçî
Ew bijankê te ê şilînok
Min birîndar dikîn
Ger tu biçî Ezê li pêşiya te riyan bigrim Ezê newalan ji evina xwe dagrim
Ezê hemû rêçîneyan winda bikim
Ezê hemû riyen ku tu te de biçî Belav bikim
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:18:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!