Çîrok û dîrok,
Deşt û zozan,
Dar û ber,
Gevir û kuçik,
Zinar û çîya,
Ar û av,
Cin û cinawirê cîhanê
Giştîk zanin
Û
Bi şihadin
Navê wê Kurdistan e.
Eşq û hesreta
Dilê me
Hemî Kurdan e.
Li hêlkê Şegal,
Li hêlkê Heran,
Li hêlkê Botan e.
Ronîya herdû çavan,
Hesreta hezar salan e.
Bo zindan,
Bo nefî,
Bo qîr,
Lê, nebû qedan
Îro li her hêlê serhildan.
Kayıt Tarihi : 6.5.2008 15:33:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

jixwe KURDÎSTAN'e ev dayîna Xwedê'ye.
silavên ji dil...
TÜM YORUMLAR (1)