Ne Qurban e! Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ne Qurban e!

Bi kula welêt ez birîndar im
Wek êgir dişewitim, ez êtûn im
Wek gulên bêav, çilmisî û bêber im
Derdê min giran e, lewre diqelim.

Ez evîndar, ez tim bêhal im
Welat pir dûr e, ez bêkes im
Mîrê min, ez qurban û kirîvo
Ji ber derdê welêt ez birîndar im.

Îro cejna misilmanan e qaşo
Welat jî li ber top û fîşengan e
Gelê mino de rabe ser piyan
Lo welatê me diqelînîn dîsa!

Îro temeya min ji we re heye
Neçin mizgeftan ser nimêjê
Îro rûmeta koma xwe bilind kin
Malên xwe bikin mizgeft û herin sicdê.

Dilo can tu îro dîsa birîndar!
Ez evîndar û mam bê diyar
Agirê welêt jî dikeve nava te
Îro bûye xwîn û xezeb her der.

Dilo li welatê me dûman e
Amed, Dêrsim di devê guleyan e
Ez evîndar, lê birîndarê evîna te
Îsal ji me re ne cejn e, ne jî qurban e.

14.112008
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 10.12.2008 18:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu