Nazê Nazê Dem Bihare Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2550

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Nazê Nazê Dem Bihare

Wargehê me bû gorîstan
Dilê me xem û derdîstan
Felek mala te helweşe
Bihar me re bû zivistan

Ey dilê min wisa nabe
Min derenge hayde rabe
Li ava çeman miçiqî
Wax her der min re xirabe

Ev çi hal e çi xopan e
Duxane ser bajaran e
Gulên axa me qetandin
Bi tankan û bi topan e

Li min keder û şewate
Êş û derdê min tewate
Bihar min re bû zivistan
Ne gul mane, ne nebate

Ey dilê min, dermanê min
Dîsa qetandin gula min
Li min mije min dûxane
Bihar bû zivistana min

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 18.7.2019 18:47:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu