NAVÊ TE
Bajarekî fetisî di nava çavên te de
Lempeyên melûl vêxistî
Dengê stranên bê te Diherikî ji nava kavilên te
Giriyekî xopan bû yî
Dilop dikir
Navê te Bi mirinê reqs bûye
Li te digerim
Çend kûştinên bê gor li ser pişta te
Li navê te digerim
Li ser nexşê Tu wêran bû yî Tu şewitî yî
Tu winda bû yî
Û te jibir kirine
Kayıt Tarihi : 5.3.2023 09:19:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!