Ez li cîhanê tev bi gerîyam min nikaribû yek wek te bibînim.
Mereq neke kiryarên te, evîndarîya dilê te ez qenc dibînim
Delalîya te li ser hemî jina ye, ez te ji xwe ra yar hiltînim
Ji xûdayê mezin hêvîdarim ez bêy te li ser cîhanê nemînim
Tu ber malîya mina xweşik û delal ronîya her du çavên minî
Çavên te tarî bû ne nikarî hiskirina min ji xwe ra bibînî
Xetayên minên biçûk ku gelek ne girîngin tu pir mezin dibînî
Bi van kêmasîyên xwe tu min dikujî, temamî ji binî hiltînî
Were delala min ez ji te pir his dikim em hev bi rindî fahm bikin
Kesên xwe dost didin pêş bi xezep û neyarin ji me hesûdî dîkin
Pêwiste em zana bin tucar bi gotin û xeberên wanan qed nekin
Bila ew bi fetisin, bi teqin, ji xwe û babê xwe şerm û heya bikin
Mereq neke, mana navê te di zimanê erebî de delalî ye
Ev navek xweşik, bi manayek mezin, navek bi rûmet û kitêbî ye
Ji bo min her tim kêfxweşe, dev likene û ne bikeder û hiznî ye
Navê te ji min ra gelek gencî, delalî, xweşî û bextîyarî ye
Kayıt Tarihi : 5.2.2012 02:08:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!