Roj tîrêj dide nurê belav dike
Ba dilerike dendik belav dike
Av diherike jînê belav dike
Bi evîna navê haq Xwedayê xwe
Mêze bike bi nêrînaka zelal
Aveke dibe mirov, dibe ajal
Bi coşî dibe şînîyake delal
Bi evîna navê haq Xwedayê xwe
Axeke axeka herî hişk û sar
Ji wêna der tê tevî rengên bihar
Fêkiyên gelekî xweşê bê jimar
Bi evîna navê haq Xwedayê xwe
Giyayeke bi navê heq dibe şîr
Ew şîr jî dibe mast û dibe meyîr
Eynî şîr dibe çend cureyê penîr
Bi evîna navê haq Xwedayê xwe
Tu mêze bike her tim bi çend çavî
Dara hişk dide fêkiyên bi avî
Cureyên gihaştî piştî demxavî
Bi evîna navê haq Xwedayê xwe
Barane rehm û bereketa Xwedê
Roja li ezmanan tifika Xwedê
Kaniya li nav zinaran der tê
Bi evîna navê haq Xwedayê xwe
Perên hin ajalan hene difirin
Yên hinekan hene jî tew nafirin
Hin di xewn û hewnên xwe de difirin
Bi evîna navê haq Xwedayê xwe
Hinek xwedî can li axwarê dijîn
Hinek hene li nav avwarê dijîn
Hin jî hene li herdû deran dijîn
Bi evîna navê haq Xwedayê xwe
Kürtçe dini sözler, Kürtçe ilahi, Kaside, Qesîde, Kürtçe, Kurdî, Kurdi, kurdish
Zandar AmariKayıt Tarihi : 5.11.2024 17:09:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!