Kürtçe İlahi
Nava mi wekî Kerbela
Seyda şêx û digel mela
Em tev li dîn bûne bela
Emir borî beredayî
Jibo dîn kes ne hevala
Dîn bû lîstik li va sala
Çiqa karekî betala
Emir borî beredayî
Kî siyaset kirî karî
Kî li dûv kesê maldarî
Bi dîn dinya hemî xwarî
Emir borî beredayî
Li dûv dinya bê feydeya
Dibê qey mirin tineya
Îro paşro dora meya
Emir borî beredayî
Nabê meded xwudayê min
Dibê meded wa şêxê min
Hebê nebê seydayê min
Emir borî beredayî
Rih û şaşik gelek bûna
Yê bi feyda hindik bûna
Ehlê dîn şemitî bûna
Emir borî beredayî
Em pepûk û pir feqîrîn
Li hemberî dîn zelîlin
Li dûv dinya em esîrin
Emir borî beredayî
Bi navê xwe pir alim bûn
Bi kirîna zahf nezan bûn
Jibo dinya jêhatî bûn
Emir borî beredayî
Kirnê li gorî dîn rabûn
Zagon û heqî windabûn
Sedem tev şêx û melabun
Emir borî beredayî
Bi bertîl û paşvan rabûn
Ewlehî li alim rabûn
Sedem tev şêx û melabun
Emir borî beredayî
Gotnu kirin newek hevin
Wekî gotnê xwe nekirin
Vir û gelek rîya kirin
Emir borî beredayî
Dixwînîn pertoka Seyda
Guh nadin pertoka xwuda
👉👉👉 Zandar Torî Amarî 🖍️🖌️
Kayıt Tarihi : 18.12.2018 23:52:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Kürtçe Qaside
![Zandar Amari](https://www.antoloji.com/i/siir/2018/12/18/nava-min-weki-kerbela.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!