Nasîn/
Li ber deriyê xeribiyê ez li benda te me / ji delavekî miçiqî / li gundekî şewitî..
Li benda lêvên te/yî şermokî / çavên te/yî tirsonek..
Benda te me ez û simbêlên min î zeng girtî.
Binêr/e roj hiltê li ser tirs û xofên te.
Binêr/e zarok mezin dibin.
Binêr payizxêr ket û şîn bû kiracên temenê min..
Te çend gund dît?
Te çend şer dît?
Çend zarok mirin di himbêzan te da?
Çend deman te zarok bi çîrokên xortên leheng mezinkir?
Çend gund?
Çend şer?
Çend zarok/mirin?
Çend leheng?
Tu paçekî li ber devê keça ber bext
Tu kolanê kî ji metropolaka mezin
Tu tenêti/yi di paşila şervane/kî Ahuramazda
Geh tu nêzi wek bêhna zarokek nû bûyî
Geh tu dûrî wek miriyekî di binê heft qat erdê da..
Bi rastî tu kî yî?
Ji ku yî?
Li ku yî?
kî yî?
sihêadaraduhezarûdeha
Ferîdun Kurt
Feridun UrfaKayıt Tarihi : 2.5.2010 09:02:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!