Gundê Xar'ê pir hevraze
Lê diçêre teyrê baze
Keça qemer mêze dikim
Li hevazanî bet û qaze
Keça qemer ji Xar'ê ye
Wele navê wê Narê ye
Qêmîş nakî lê binêrî
Mîna gula ser darê ye
Besta Xar'ê av û lîçe
Lehî rabû xîz û xîçe
Keça qemer awaz xweşe
Wek bilbilan vîçe vîçe
Xemlên Nar'ê ji zîvanin
Qîzên Xar'ên berîvanin
Hinek dayîk, hinek bûkin
Hemû gul hemû dilşanin
Fêkîn Xar'ê jî pir xweşin
Per û belgên wan naweşin
Heval, hogirên Nar'ê jî
Hinek çûrin, kinek reşin
Mehmet Çobaboglu
14.07.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 14.7.2020 16:10:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!