Nameyek Ji Resulê Xweda Re

Fikri Amedi
30

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Nameyek Ji Resulê Xweda Re

Nizanım ezê kula dilê xwe çawa ji te re bibêjim
Kesera dilê xwe çawa ji te re birêjim ya Resulullah
Nefsa min a şeytanî ku tofanên anîye serê min
Di nava gunehên bêbinî de min difetisînin.
Bi çavên xwe yên gunehkar
Bi dilê xwe yê hesûd
Bi hişê xwe yê bêfahm
Bi dest û lepên xwe yên qirêj
Çawa li rûyê te binêrim
Çawa xwe bavêjim dergaha te ya Resulullah

Di pêy te de me pir tişt anî serê dînê te ya Resulullah
Gava te ji nav me barkir
Û te dînê xwe emanetî me kir
Hê laşê te yê mubarek li erdê bu
Me şûr li hev kişand
Xwîna hev rijand
Bi hezaran kes qurban kir
Malên hev talan kir
ji bo îxtîdara genî
Ji bo dinya ku te digot bi qasî laşekî mirarî bê feyde ye ya Resulullah
Dema ez li dîroka genî dinêrim
Tiştên anîbun serê emanetên te
Malbata te
Ehlê beytê te
Ez li dîrokê lanetê dixweynim, ya Resulullah.
Şîrka ku kirasê tewhîdê lixwe kiribu
Belam û xayînên bi şaşika tewhîdê fisq û ficur belav dikirin
Li ser navê te
Qaşo ji bo dînê te
Nevîyên te
Zarokên Zehra û Murteza
Kuştin
Hêsîr girtin,
Qeyd û zincîr xistin dest û pîyên wan
Keç û bûkên te
Wek pîrekên hêsîr
Wek kole û carîyan
Bi zencîr û xelek
Di qesr û qonaxên kuffe û Şamê de
Kuçe bi kuçe gerandin.
Xwînxwar û despotên ku nefsa xwe ji xwe re kiribun îlah
Tûlekayên kû tirsana bubun Misilman
Li ser laşên nevîyên te qala heyfa Bedrê dikirin.
Heyfa ebu Cehîl û Ummeye bîn Xelef
Ketibun pê doza serok û giregirê mişrîkan
Weka ku kal û pîrên wan dilê apê te bi dev û diranan dicûtin
Wan jî agir bi dil û cîgera Zeynebê dixistin.
Li ser dev û lêvê Seyîd ul Şuheda
Dar û şivên fisqê digerandin
Ew lêvê ku te maç kiribu
Bi kîn û kerba Hînd û Sufyan qirêj kiribun ya Resulullah.
Kabbe
Mala ku Adem û Îbrahîm ji te re emanet kiribu
Kirin tewla hespên xwe.
Mala Xwedê Teala
Bi manciniqan xerab kirin.
Baş bu ku te van rojanan nedît
Rojên reş û tarî
Rojên ku ji her alî de zilmat dibarîya
Erd û esman ji ber zilma wan dinalîya
Ebdullahê kurê Zubeyir
Nevîyên Ebubekir
Di nava Kabbeyê de ji Lat û Ûza re kirin qurban
Bi hezaran keç û bukên Sehaban
Bi bênamûsî qirêj kirin ya Resulullah
Di pêy te de ne soz ne jî bext ma ya Resulullah
Bi bêbextî mêrxas û egîtên doza te qetilkirin
Wek gulekê yek bi yek hilqetandin
Belê rûyê me tune ku em tiştekî ji te bixwazin
Lê tu alîkarîya me bike
Himmeta xwe ji ser me raneke
Ji me re şefaet bike ya Resulullah
Eger rê ne rêya te be
Rêber jî tu nebî çi tama vê dinê heye ya Resulullah
Bê te dinya xanek vik û vala ye
Bê te jîyan cennetek bê mane ye
Bê te hebûn hebûnek beyhude ye ya Resulullah

Fikri Amedi
Kayıt Tarihi : 10.12.2017 11:00:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Fikri Amedi