Rê tune û dirb nemaye
Dil de kozirên xema ye
Sar û serma me qelibî
Mûks ji bin berfê de maye
Ev agirê nav dilane
Birîna gelên Kurdane
Berfende ye me re maye
Malan de şîn û şîvane
Roj dûmane, derd girane
Her der gelan re arane
Demsal me re qiyamete
Mirina me rêwîyane
Mûks kelîna nav dila ye
Ew navçeke rex Wan ê ye
Warê Feqîyê Teyran e
Bin berfê, tîpî yê de ye
Derdê ramyarîyan ray ye
Me re ne dirb ne rê heye
Ev ne bext e ne çarenûs
Û rê tune loma haye
Roj rêwîyan re mirîne
Li dayikan re girîne
Dewlet me re rê çênake
Ev derd me re pir girane
Mehme Çobanoglu
09.02.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 9.2.2020 19:08:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!