Mûhemmed xwediyê tacê

Mehmetsalih Özalp
15

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Mûhemmed xwediyê tacê


Ez ê îro qala kesayeta ronahiya pêxemberê bilind û geş,
-Ku ewqas bilind e, ewqas geş e, bi peyv û hevokan pêk nayê qala wî- bikim.

Destûr bide, rê bide, ez ê bi wêjeyekî di nav wêjeyan de pêşveneçûyî binivîsim
Sa 'Ehmed! Kerem ke, ev wêjeya maye di cî de, yê bi meth û senayê te kamil bibe.

Yê tîp biguherin, bêje û peyv bileyîzin, hevok can bibin, bi te
Yê rih bikene, pênûs û lênûs şahiyê bikin, wate bireqisin, bi te, bi navê te

Em ê jî xwu bihejînin, ma derfet heye ku em hema wusa di cî de bimînin gelo?
Na, bi qesem na, bi kelam na, bi kitêv na, bi navê te yê bi kelecan na! Ne mimkun e.

Wê rih aram bibe, beden sakin, hiş bêzagon, mêjû pîr, serî hûr bibe;
Ez ê xwu wunda bikim, ji ber vê yekê tirsonek im, lewre ji te ditirsim!

Ji te na! Belkê ji xwe, ji ne amedebûn û bê amedebûna xwu ditirsim,
Ez jar im, ser nizim im, ji ber ku ez nikarim te mêwan xweyî bikim.

Tu bilind î, şah î, geş û xweyê tac û textê Medînê yî
Ez nizim im, kin im, bextreş û xweyê guneh û çewtên nerast im!

Lê belê jiyan ceribandin e; jiyan, bi hêvî û xwestinan li ser xwe ye,
Ma Rebbê te jî wusa ferman nekir, nego '' ji min bixwazin, ez ê bidim.''

Tu nikarî li ber xwestina Rebbê xwe bisekinî, herwuha tu bi sernizimiya xwe heyî,
Ku tu li ber daxwaza Rebbê bilind bisekiniya yî, wê te yê yekem Wehş derbest bikira.

Em ê bibêjin: Ey Xwudayê mihrivan, dilovan û pak ê bi şeref û bi rûmet û xwedî qudret!
Tu rihê Mûhemmedê xweyê taca zêrîn, li ser me -danene û bi me qayîl bike- Em şane bi te û bi qazidê te.

Mehmetsalih Özalp
Kayıt Tarihi : 20.6.2017 19:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


20.06.2017, Zend Mazdek, www.metyus.co

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmetsalih Özalp